151 berketiyên berê jî baş bûne.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê di nava 24 seatên derbasbûyî de 198 welatiyên din bi Koronayê ketine, ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 94 kese.
Herwiha di nava daxuyaniyê de hatiye gotin ku 151 berketiyên berê jî baş bûne û 3 berketî jî canê xwe ji dest dane.
Heta niha li Kurdistanê bi giştî 110 hezar û 256 kes bi Koronayê ketine û 3 hezar û 353 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin