Zêdetir ji 200 kesan bi Koronayê ketin

3 kes jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

 

174 kes jî baş bûne.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 237 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Hewlêrê hatiye tomarkirin ku 112 kese.

Herwiha di heman demê de 174 kes jî baş bûne û 3 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.