Hefteya pêşiya me dîsa karwaneke din ya vaksînan digehêje Kurdistanê

yekem car karmendên tendirostî vaksînê bikar tînin.
سامان به‌رزنجی
کوردستان TV
100%

Îro 5 hezar vaksîn gehêştine Kurdistanê.

Piştî ku îro danê sibê 50 hezar vaksînên dijî Koronayê ji Çînê ve gehêştine Îraqê, her îro danê êwarê, 5 hezar vaksîn ji Bexdayê ve gehêştine Hewlêrê.

Di dema wergirtina wan vaksînan de wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê Dr, Saman Berzencî di preskonferansekê de li gel Konsulusê Çînê behsa vê yekê kir ku hefteya pêşiya me vê karwaneke din ji vaksînên Koronayê bigehêje Kurdistanê.

Saman Berzencî ragihand ku di destpêkê de karmendên tendirostî vaksînê bikar tînin û pişt re jî mekanîzma dabeş kirin û lêdana vaksînan ji aliyê wezareta tendirostî ve tê eşkere kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.