Daxwaz ji îdareya Amerîkayê tê kirin li hember Tirkiyeyê tundtir be

daxwaz tê kirina Amerîka siyaseta xwe li hember Tirkiyeyê dijwartir bike.
کوردستان TV
100%

183 endamên Kongresê derbarê Tirkiyê de nameyek bo wezîrê derve yê Amerîkayê nivîsandine.

Li gor jêderên çapemeniyê 183 Kongrêsmanên Amerîkî ji her du balên demokrat û komariyan, nameyek bo wezîrê derve yê Amerîka  Antony Blinken re şandine.

Di nameya han de yaku taybet bi rewşa Tirkiyeyê û binpê kirina azadî û mafên mirovan li Tirkiyeyê, daxwaz ji îdareya Amerîkayê hatiye kirin ku helwesta xwe li hember Tirkiyeyê tundtir bike û siyaseteke dijwartir li hember Tirkiyeyê bimeşîne.

 Di berdewamiya nameya han de Kongrêsman behsa vê yekê kirine ku Tirkiye hevpeymanê Amerîkayê û endamê NATOyê ye lê Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ev hevsengiya han têkdaye.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.