FDA Vaksîna Vîrusa Korona ya Johnson & Johnson Dipejirîne.
Rêvebiriya Derman û Xwarinê (FDA) vaksîna vîrusa korona ya yekdozî ya kompaniya Johnson & Johnson pejirand.
Bi vî awayî FDA cara pêşî vaksîneke yekdozî erê kir.
Pisporên FDA ya bo pêşnîyazan roja Înê ragihandibûn ku ew bi erênî li vaksîna Johnson & Johnson dinêrin.
Vaksîna Johnson & Johnson, piştî vaksînên Pfizer – BioNTech û Moderne, dibe vaksîna sêyê ku Amerîka bo karanîna wê destûr daye.
Johnson & Johnson ragihandibû ku piştî pejirandina FDA ew hazir in ku di nav hefteyekê de 3-4 mîlyon vaksîn bidin.
Li seranserê Amerîka heta niha pirtir ji 50 mîlyon vaksîn hatine karanîn.
Bi destkarî ve ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin