Waliyê Zîqarê dev ji kar berda

keseke din bi wekalet bo postê han hatiye diyarkirin.
کوردستان TV
100%

Jiber zextên Xwepîşanderan dev ji karê berdaye.

Ev zêdetir ji 5 roje ku li bajarê Nasiriye ku navenda Parêzgeha Zîqarê ye, xwepîşandanên girseyî dihatin kirin.

Di encama xwepîşandanên han de, duhê bi şev Waliyê Zîqarê Nazim Hemîd Waêlî bi neçarî de ji postê walîtiyê berda û keseke din bi wekalet bo postê han hatiye diyarkirin.

Beriya niha Xwepîşanderên Nasiriyeyê dem dabûn Waliyê Zîqarê daku daxwazên wan cîhbicîh bike û Walî jî ev yek diyar kiribû ku piştîvaniya daxwazên xwepîşanderan dike.

Lê beriya 7 rojan dîsa li bajarê Nasiriyeyê xwepîşandan destpê kir û Xwepîşander daxwaza dev ji kar berdana walî û endamên civata walîtiyê kirin.

hêjayê gotinêye ku di encama xwepîşandanên li Nasiriyeyê de bi giştî nêzî 10 kesan hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.