Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 7 kesên din bi Covid_19 ketin

heta niha bi giştî 316 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê îro ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê 7 kesên din bi koronayê ketine û 3 kes jî mirine.

Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê Ciwan Mistefa anî ziman ku kesên bi koronayê ketine 5 mêr û 2 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 1

Qamişlo: 2

Girkê Legê :2

Reqa:2

Mistefa eşkere kir ku 3 kes ji ber koronayê mirine û 4 kes baş bûne.

Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilata Sûriyê gihaşt 8 hezar û 602 kes ji wan; 316 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar û 246 kes jî baş bûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.