Hêzên Îranî du Xwepîşander kuştin

beriya çend rojan hêzên Îranî 10 kasibkarên Belûç kuştibûn.
کوردستان TV
100%

Li Sîstan û Belûçistanê kuştin.

Serokê tevgera çalakvanên Sîstan û Belûçistanê Ebdulah Arif ragihand ku duhê çarşem jî xwepîşandanên dijî kuştina kasibkarên Belûç ji aliyê hêzên Îranê ve, li Sîstan û Belûçistanê xwepîşandanên mezin hatine organîzekirin.

Ebdulah Arif anî ziman ku di xwepîşandanên duhê de pevçûn di navbera Xwepîşander û hêzên ewlekarî yên rejîmê de qewmiye û hêzên rejîmê êrîşî ser Xwepîşanderan kirine.

Arif diyar kiriye ku di encama pevçûnên han de du Xwepîşanderên Belûç ku yek ji wan temena wî 12 saliye ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Weke tê zanîn beriya sê rojan hêzên rejîma Îranê li sînorê navbera Îran û Pakistanê zêdetir ji 10 kasibkarên Belûç kuştibûn û pişt re jî li Sîstan û Belûçistanê xwepîşandanên girseyî hatin lidarxistin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.