Cureya nû ya Koronayê gehêşte Silêmanî jî

berketina wan li gel xelkê Îranê û Başûrê Îraqê hebûye.
کوردستان TV
100%

Dibêje goman dikin 10 kes bi cureya nû ya Koronayê ketine.

Birêveberê giştî yê nexweşxaneya Şehîd Dr, Hêmin li Silêmanî ragihand ku 10 kes bi Koronayê ketine û goman heye ku bi cureya nû ya Koronayê ketibin.

Birêveberê nexweşxaneya şehîd Dr. Hêmin, Dr Dahat Hewêzî ragihand ku 10 welatî bi Koronayê ketine, nîşanên wan hin cudane û goman tê kirin ku bi cureya nû ya Koronayê ketibin.

Nav hatî diyar kiriye ku ev her 10 kesên han şêniyên Silêmanî ne, lê berketina wan li gel xelkê Îranê û Başûrê Îraqê hebûye û sê ji wan endamên malbetekê ne.

Ev kesên han carek cerbandina nûjdarî bo wan hatiye kirin lê bo ku bi temamî piştrast bin dîsa cerbandin bo wan tê kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.