Li parêzgeha Diyalayê hatine bordimankirin.
Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê, îro balefirên şer êrîşî ser hin pêgeh û cîhên terorîstên DIŞIê li parêzgeha Diyalayê kirine.
Di encama êrîş û bordimana han de 3 pêgeh û kempên terorîstên DIŞIê li sînorê navçeya Şêx Baba ya ser bi Celewla li Bakûrê Parêzgeha Diyalayê hatine jinavbirin.
Heta niha derbarê zirarên bordimanê de û kuştiyên terorîstan de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin