Civîneke hevbeş ya leşkerî hate li darxistin

navenda hevbeşî û hemahengî di sala 2015an de hatiye damezrandin.
کوردستان TV
100%

Di navbera pêşmerge, hevpeyman û artêşa Îraqê de hatiye lidarxistin.

Wezareta pêşmerge ya Kurdistanê belav kir ku, îro sêşem civîneke hevbeş di navbera komîteyên têkildar yên karên hevbeş yên pêşmerge, hêzên hevpeymaniya cîhanî û artêşa Îraqê hatiye lidarxistin.

Di civîna han de yaku li navenda giştî ya hemahengî û hevbeşiya navbera wan sê hêzan hatiye lidarxistin, behsa rewşa ewlekarî ya Îraq bi giştî û bi taybetî rewşa ewlekarî ya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê, liv û tevgerên terorîstên DIŞIê û êrîşên ser nuneratiyên dîplomatîk yên biyanî li Îraqê de hatiye kirin.

Herwiha di civînê de nîqaş li ser nehêştina tevahiya berbest û astengiyên heyî yên berdem kar û çalakiyên navenda hevbeş yaku di sala 2015an de hatiye damezrandin hatiye kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.