Dibêje ewin rê nadin reform li deriyên sînorî werin kirin dixwazin li hikûmetê bidin.
Parlementera partiya demorkata Kurdistanê li parlementoya Kurdistanê û endama komîteya darayî ya parlementoyê Lîza Felekedîn Kakeyî ragihand ku ew kes û aliyên ku li berdem reformên li deriyên sînor astengin armanceke wan ya siyasî heye.
Lîza Kakeyî diyar kir ku armanca wan kes û aliyan ne tenê tîje kirina birîkên xwe ye, belku dixwazin di warê siyasî û îdarî de jî derbên dijwar li hikûmetê bidin.
Kakeyî diyar kiriye ku ew gendelî û bêserûberiya ku li hin deriyên sînorî de heye, bûye sedem daku hikûmeta fedralî rêkarên tund lihember anîna kelûpelên curbicur bo nava welat bixe meriyetê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin