Du karsazên Kurd hevkariya malbetên xizan dikin

ev her du Karsaz li Almanyayê dijîn.
کوردستان TV
100%

Beriya niha hevkariya 120 malbetan kiribûn.

Karsazên Kurd yên li Almanyayê, Rûken Yeşîlbîngol û Îhsan Çatak vê hefteyê beşa duyemîn ya alîkariyê bi alîkariya lojîstîkî ya HezKurdê, pêk anîn.

Rûken Yeşîlbîngol û Îhsan Çatak, her du jî li Almanyayê dijîn û bi eslê xwe ji Mûşê ne. Di meha borî da, ji bo 6 mehan helmeteke alîkariyê dabûn destpêkirin û ji bo 120 malbatên Kurd yên xizan, alîkariya erzaqê kiribûn.

Di meha borî da, li Sêrt û Amedê xwe gihandibûn 85 malbatan. Vê hefteyê jî Li bajarên Îdir, Agirî û navçeya Rezan ya Amedê xwe gihandin 125 malbatên xizan û kêm derfet. Bi alîkariya lojîstîkî ya HezKurdê û di çavdêriya Berdevkê HezKurdê Barij Celalî da, herdu karsazên Kurd yên li Almanyayê, alîkariya xwe ya meha duyemîn jî bi awayekî serkeftî pêk anîn.

Rûken Yeşîlbîngol wiha bang dike û dibêje" Ji ber şewba koronayê, li Bakurê Kurdistanê rewşa aborî ya miletê Kurd pir xirab û lewaz bûye. Me jî biryar da ku divê em bi qasî serê derziyekê jî be, ji bo xizanên xwe alîkariyek pêk bînin. Bi taybet jî, em digerin ka li kuderê jinebîyek, sêwîyek, nexweşek yan jî sêwîyek heye û xwe digihînin wan. Di van 2 mehan da me xwe gihan 210 malbatan û bi rastî jî me dît ku rewşa gel pir xirab e. Hin mînak û çîrokên pir baldar hene di nava gel da, rewşa Kurdan di sedsala 21an da, divê ne wiha bûya. Em pir xemgîn in. "

Yeşîlbîngol wiha didomîne;" me ev helmeta ji bo 6 mehan plankiribû, lê piştî ku me dît rewşa gel pir xirab û dijwar e, em difikirin vê helmetê bi awayekî dîsa berdewam bikin û her meh pêk bînin. Ger xêrxwazên Kurd di vî warî da destekê bidin me, em amadene bi awayekî xwebexş, bi alîkarîya lojîstîkî ya HezKurdê, vê helmetê her meh dubare bikin. Ji ber ku bi rastî jî rewşa miletê Kurd li Bakurê welatê me qet nebaş e û bi hezaran malbat rojane hewcedarê tenê tasek xwarina germ in."

Yeşîlbîngol wiha qedand;" em şanazin ku me vê mehê jî xwe gihand 125 malbetên hêja yên Kurd. Gel jî, bi rastî em bi awayekî germ pêşwazî kirin. Ji bo çar mehên din jî emê alîkariya xwe bidomînin. Û em spasiya çapemeniya Kurd dikin ku di vî warî de dibin dengê me. Hêvî dikim hin karsaz û dewlemendên me din jî, bi saya çapemeniyê vê helmetê bibîne û bibe sebeb ku ew jî helmetên wiha yên xêrxwazîyê bidin destpêkirin."

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.