Li Necefê qedexe hate ragihandin

li Bexdayê jî şevane qedexe heye.
کوردستان TV
100%

Vê çar rojan qedexe berdewam be.

Di çarçoveya tedbîrên nû yên hikûmeta Îraqê yên bo rûbirû bûna Koronayê û herwiha bo pêşî girtin ji zêdetir belav bûna Koronayê, biryara qedexe kirina temamî li hin bajarên Îraqê dikeve meriyetê.

Di vê çarçoveyê de hate zanîn ku weke yekem pêngav qedexe li bajarê Necefê hatiye ragihandin û bi qasî 4 rojan li vê bajarê qedexeya giştî hatiye ragihandin û çûn û hatin li vê bajarê û herwiha serdanî kirina bajar jî hatiye qedexekirin.

Weke tê zanîn li Îraqê dîsa hijmara pêketiyên Koronayê zêde bûye û niha şevane li hin bajaran bi taybetî li Bexdayê qedexeya hatûçûyê heye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.