Îtaliya êrîşa ser Hewlêrê mehkûm kir

dibêje emê piştîvaniya Kurdistanê dikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje piştîvaniya Kurdistanê dikin.

Wezareta derve ya Îtaliyayê derbarê êrîşa mûşekî ya duhê bişev bo ser Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya han de wezareta derve ya Îtaliyayê bi tundî êrîşa han mehkûm kiriye û sersaxî daye malbeta qurbaniyên êrîşê.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de Îtaliya eşkere kiriye ku piştîvaniya hikûmeta Kurdistanê û Îraqê dike û tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku Îtaliya beriya niha şerê dijî terorê kiriye û niha û di pêşerojê de jî berdewam dibe li ser şerê dijî terorê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.