Tevgera Sedir dibêje jiber Koronayê nimêja înê nayê kirin.
Nivîsîngeha Serokê tevgera Sedir, Muqteda Sedir daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û têde diyar kiriye ku metirsiya belav bûna Koronayê li Îraqê hîn jî gelek zêdeye û lazime her kes li hember Koronayê xwe biparêze.
Di daxuyaniya han de nivîsîngeha Sedir diyar kiriye ku jiber zêde bûna Koronayê û bi mebesta xweparêziyê, biryar hatiye dayîn daku bi demeke nediyar nimêja înê bi awayekî bi komî neyê kirin û lazime her kes pêbendî şîretên xweparêziyê be.
Weke tê zanîn duhê jî hikûmeta Îraqê bi qasî du hefteyan qedexeya hatûçûyê ragihandibû û ev qedexe şevane dikeve meriyetê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin