Eşîra Şemer li Sûriye û Îraqê eşîreteke bihêze.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê eşîra Şemer ya li Sûriyeyê Şêx Humêd Deham Elhadî kir.
Di civînê de piştî lihev veguhastina nêrînan li dor rewş û pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê, her du aliyan behsa têkiliyên kevnar yên dostane di navbera xwe de kirin û tekez li ser bihêztir kirina dostatî û biratiya navbera Kurd, Ereb û pêkhateyên din li Sûriye û bi taybetî jî li devera Cizîre kirin.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî behsa rewşa aloz ya Sûriyeyê kir û hêvî xwest ku çareseriyeke siyasî ya giştgîr hebe bo rizgar bûna pêkhateyên Sûriyeyê ji wan karesatên ku rastî wan hatine.
Serok Barzanî herwiha diyar kir ku, parastina ewlekarî û aramiya deverê û bihêztir kirina bingehên bihevre jiyanê fakterên girîng yên bo vegerandina aramî û asûdeyî bo xelkê deverê bi girîng wesif kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin