Hêzên rejîmêa Îranê du ciwanên din yên Kurd qeti kirin

yek li Merîwanê û yeke din jî li Serdeştê hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Ciwaneke din jî birîndar kirine.

Li gor nûçeyek ku ji aliyê navenda mafên mirov ya Hengawê ve hatiye belavkirin, çekdarên ser bi rejîma Îranê dîsa êrîşî ser Kolber û kasibkarên Kurd kirine û du ciwanên Kurd kuştine û ciwaneke din jî birîndar kirine.

Hengawê belav kiriye ku çekdarên rejîma Îranê li sînorê Serdeştê ya li Rojhilatê Kurdistanê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine û di encam de Kolberek hatiye kuştin û Kolbereke din jî hatiye birîndarkirin.

Herwiha çekdarên rejîma Îranê li sînorê Merîwanê ya li Rojhilatê Kurdistanê êrîşî ser karwaneke din ya Kolberên Kurd kirine û di encam de Kolbereke din hatiye kuştin û yeke din jî hatiye birîndarkirin.

Weke tê zanîn hikûmeta Îranê ev çend care biryar dide ku rê bide Kolberên Kurd di navbera sînoran de karê Kolberiyê bikin, lê hêzên rejîma Îranê rojane êrîşî ser Kolberên Kurd dikin û wan dikujin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.