Li Kerkûkê 5 terorîstên din hatin girtin

li Kerkûkê ji aliyê îstîxbarata Îraqê ve hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê hêzên îstîxbarata Îraqê ve hatine girtin.
Wezareta navxwe ya Îraqê belav kir ku, di çarçoveya operasiyonên dijî terorîstên DIŞIê de, îro sêşem, hêzên îstîxbaratê, li Kerkûkê operasiyoneke din lidar xistine.
Li gor daxuyaniya wezareta navxwe ya Îraqê di operasiyona han de 5 terorîstên din yên DIŞIê ku weke şaneyên razayî yên DIŞIê kar kirine hatine girtin.
Yek ji wan terorîstên girtî jine.
Wezareta navxwe ya Îraqê eşkere kiriye ku terorîstên girtî di lêpirsînên seretayî de li xwe mokir hatine ku demeke dirêje li deverên curbicur yên Îraqê kar bo DIŞIê kirine.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.