Abûriya Îranê li ser îflas kirinê ye

xelk dibêje em nikarên nan û pêdiviyên jiyana rojane dabîn bikin.
کوردستان TV
100%

Xelk dibêje em nikarên nanê jî bikirin.

Abûriya Îranê yaku ev çend sale rastî dorpêçên Amerîkayê hatiye di wan demên dawî de gelek zirarên mezin dîstiye.

Li gor jêderên nûçeyan, rayedarên Îranê ku niha weke berê nikarên petrolê bifiroşin, beşeke zêde ji dahata Îranê bo xwe û komên çekdar yên li welatên curbicur yên Rojhilata Navîn bikar tînin û beşeke gelek kêm ya dahatê li Îranê bikar tînin.

Jiber vê yekê niha abûriya Îranê li îflas kirinê nêz bûye û tê gotin ku ev çend mehe Îran mûçeyên teqawîdan û beşeke ji karmendên hikûmetê nedaye.

Xelk jî li dijî vê yekê daketiye qadan û xwepîşandanan dike, xelk dibêje bila rayedarên Îranê dahata Îranê neşînin bo derveya welat, ji ber ku em niha jiber giranî û nebûna pereyan nikarin nan û temateyan jî bikirin.

Beriya niha jî li hin bajarên Îranê xelk bi şêwazê qistan ( teqsît) dest bi kirîna nanê û pêdiviyên jiyana xwe kiribû.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.