Hizbulah dibêje me xistiye erdê.
Duhê duşem çekdarên hizbulaha Libnanê ragihandin ku li rojavayê Xezeyê balefireke bêpîlot ya Îsraîlê xistine erdê.
Hizbulah eşkere kiriye ku ev balefir dema xwestiye êrîşê pêk bîne, hatiye xistin û niha di destê çekdarên hizbulahê deye.
Ji aliyeke din ve artêşa Îsraîlê jî ew yek piştrast kiriye ku balefireke wan ya bêpîlot li ser asmanê Libnanê ketiye nava sînorên Libnanê.
Hizbulah jî diyar kiriye ku ev balefira han dema asmana Libnanê derbas kiriye hatiye xistin.
N: E. Ga
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin