Têde termên 400 kesan hene.
Fermandarekî polîsê Îraqê li Mûsilê ragihand ku hêzên polîs îro goreke bikom dîtine.
Li gor daxuyaniya Fermandarê han , ew gor li Rojavayê Mûsilê hatiye dîtin û têde termên 400 kesan hene.
Nav hatî ev yek diyar kiriye ku ev 400 kesên han di dema xwe de ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatine kuştin û piraniya wan karmendên hikûmet û karmendên girtîgeha Badoşê ne.
Hatiye zanîn ku ev 400 kesên han di roja 10ê Hezîrana 2014an de ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatine kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin