Hijmara pêketiyan 103 miliyon kes derbas kir

Amerîka yekem û Hindistan jî duyem zirarmendên serekîne.
کوردستان TV
100%

Li cîhanê hîn jî Korona belav dibe.

Rixmî çê kirina vaksîna dijî Koronayê lê hîn jî li cîhanê Korona belav dibe û rojane xelk bi Koronayê dikevin û jiber Koronayê jî canê xwe ji dest didin.

Di vê derbarê de malpera Worldometer yaku rojane amarên seraserê cîhanê yên taybet bi Koronayê belav dike, eşkere kiriye ku heta niha li seraserê cîhanê hijmara kesên ku bi Koronayê ketine 103 miliyon kes derbas kiriye.

Li gor çavkaniya han niha li cîhanî bi giştî 103 miliyon û 138 hezar û 668 kes bi Koronayê ketine, herwiha 2 miliyon û 229 hezar û 505 kes jî canê xwe ji dest dane.

Li nûçeya Worldmeter di warê pêketin û can ji dest danê de Amerîka yekem û Hindistan jî duyeme.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.