Li Kurdistanê 48 kesên din bi Koronayê ketin

heta niha 3 hezar û 468 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Welatiyek jî canê xwe ji dest daye.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 48 welatiyên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 36 kese.
Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de 535 berketiyên berê jî baş bûne û berketiyek jî canê xwe ji dest daye.
Heta niha li Kurdistanê bi giştî 106 hezar û 28 kes bi Koronayê ketine, 98 hezar û 378 kes baş bûne û 3 hezar û 468 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.