Li Rojhilatê 6 welatî hatin girtin

heta niha çarenivîsa wan nediyare.
کوردستان TV
100%

Di nava 2 rojan de 6 welatî ji aliyê îtlaatê ve hatine girtin.

Li gor zaniyariyên berdest, di nava du rojan de li bajarê Şino ya li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên îtlaata Îranê 6 welatiyên Kurd girtine û bo cîheke nediyar veguhastine.

Di vê derbarê de navenda mafên mirovan ya Hengawî belav kiriye ku îro şemî hêzên îtlaatê li bajarê Şino du welatî ku yek ji wan çalakvanê jîngehparêziyê bûye li el welatiyeke din binçav kirine.

Hengawê hewriha diyar kiriye ku duhê înê jî hêzên îtlaatê li Şino 4 welatiyên din girtine û bo cîheke nediyar veguhastine.

Heta niha derbarê sedema girtina wan welatiyan û çarenivîsa wan de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.