Êrîş bo ser navçeya yek ya PDKê pêk hatiye.
Berbanga îro şemî çend kesên nenas li bajarê Silêmanî êrîşî ser baregeha navçeya yek ya partiya demokrata Kurdistanê ya li Silêmanî kirin.
Peyamnêrê Kurdistantv yê li Silêmanî ragihand ku îro şemî, çend kesên nenas ku tirimbîleke nîsan patrol bi wan re bûye, bi çek êrîşî ser baregeha navçeya yek ya PDKê ya li Silêmanî kirine.
Bi giştî 25 gule ber baregehê ketine û ji bilî zirarên madî zirarên din yên êrîşê nebûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin