16 welatî ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatin revandin

çarenivîsa wan hîn jî nediyare.
کوردستان TV
100%

Li gundekî Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, 16 welatî ji aliyê çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê ve, hatin revandin.

Li gor Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo diyar kiriye, roja 27/01/2021 li gundê Kaxrê yê ser bi bajarokê Mabata, li Herêma Efrînê, çekdarên Koma Emşat, bi hinceta şewitandina otomobîleke berpirsekî wan ê ewlehiyê, li wî gundî, girte ser malên welatiyên gund û 16 kes ji wan revandin.

Herwiha Îbrahîm Şêxo daye zanîn, navê kesên revandî jî eşkere kir û got, kesên revandî ji aliyê wan çekdaran ve hatine îşkencekirin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriye destnîşan kiriye, 2 kes ji wan hatin berdan û azadkirina wan jî bi sedema wê yekê bû ku, bi ji ber îşkenceyê, rewşa wan a tendurustî xerab bû.

Îbrahîm Şêxo diyar kir, 14 kesên din hatin veguhastin bo bajarokê Şiye yê ser bi Herêma Efrînê, ku binkeya sereke ya çekdarên wê komê li wê derê ye.

Navê hemwelatiyên ku ji aliyê çekdaran ve hatine revandin;

-Mistefa Mistefa Faq

-Semîr Mistefa Faq

-Ebdulrrehman Mistefa Faq

-Fehmî Elî

-Welat Elî

-Rifa'î Îsu Îsu

-Rênas Hiso Mihemed

-Nezmî Himirşu Mihemed

-Mihemed Mihemed Fewzî

-Rizgar Mihemed Mihemed

-Arif Cabu Riyaz

-Mihemed Nisu Nezmî

-Hemîd Ehmed Xelîl

-Faq Îsu

-Şiyar Cemîl

-Canu Xelîl Ehmed

Gundê Kaxrê, gundekî Çiyayê Kurmênc e li Herêma Efrînê ya ser bi parêzgeha Helebê ve. Li beşê wî yê xwarê, Newala Çerçem û li beşê başûrê rojavayê wî jî, Çemê Çîrkanlî û Mîrkanlî hene. Nêzîkî 300 malbatê li gund dijîn û bi hebûna darên zeytûn, gwîz û tirî naskirî ye.

Ji peyamakurd hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.