Serok Barzanî derbarê fîlmeke Îranî de daxuyaniyek weşand.
Îro Serok Barzanî derbarê ew fîlma Îranî yaku behsa vê yekê dike ku qaşo Îran DIŞI têk biriye û Hewlêr ji destê DIŞIê parastiye, peyamek bo raya giştî belav kir ku, ew jî naveroka daxuyaniya hane;
Bi navê xwedê mezin
Ew demeke li hin navendên çapemeniyê û siyasî behsa şerê dijî DIŞIê tê kirin, liwir rastiyek heye ku nabe were jibîrkirin ew jî ewe ku DIŞIê tevgereke dijî tevahiya însaniyetê, şer kirin li gel DIŞIê ne asane, jiber ku eniyeke berfire û pir aliye, aliyek jî bi tenê nikare DIŞIê têk bibe, ji nav birina DIŞIê pêdiviya xwe bi hemahengî û hevkariya tevahiya aliyan û civaka cîhanî heye.
Di dema xwe de me spasiya hevpeymanan û Amerîkiyan kiriye ku di şerê dijî DIŞIê de hevkariya me kirine, herwiha me spasiya wan aliyan jî kiriye ku bi her awayî şerê DIŞIê kirine û hevkariya pêşmerge kirine, lê rastiyek di holê de heye û ew jî ewe ku di meydanê de ewên ku bi qurbanî dan û xwîna xwe Kurdistan ji metirsiya DIŞIê parastin, hêzên pêşmerge yên Kurdistanê bûn, ti kes û aliyek nikare rastiya han veşêre ku efsaneya DIŞIê li ser destê zarokên qehreman yên gelê Kurdistanê hate têkbirin.
Mesûd Barzanî
27/1/2021
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin