Di girtîgehê de hatiye eşkencekirin.
Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, welatiyekî Kurd jiber eşkence kirinê ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê ve, canê xwe ji dest daye.
Navenda mafên mirovan ya hengawê belav kir ku welatiyê Kurd yê bi navê Behmen Oqabî şêniyê devera Şaabad ya li Îslamawa piştî girtinê, ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatiye eşkencekirin û pişt re jî ji hişê xwe çûye û canê xwe ji dest daye.
Nav hatî temen 35 sale, rayedarên girtîgehê jî ji malbeta wî re gotine ku Oqabî derman xwariye û jiber dermanan canê xwe ji dest daye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin