Piştî du mehan di nava avê de hatiye dîtin.
Fedrasiyona koçberan ya Îraqê belav kiriye ku termê koçberekî Kurd piştî du mehan di nava ava çemê Rain li Almanyayê hatiye dîtin.
Di daxuyaniya fedrasiyonê de hatiye diyar kirin ku beriya du mehan koçberekî Kurd bi navê Eyaz Hesen Herkî dikeve nava ava çemê Rain, piştî du meha termê wî di nava ava çemê han de hatiye dîtin.
Hate zanîn piştî cîhbicîh kirina rêkarên qanûnî termê wî koçberê bo Kurdistanê tê vegerandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin