Li Gerimiyanê wan projeyan cîhbicîh dike.
Hikûmeta Kurdistanê di çarçoveya pilan û projeyên xwe yên bo awedan kirina Kurdistanê de, çend projeyên girîng yên di ware cade û rêyan de li Çemçemalê cîhbicîh dike.
Birêveberê cade û rêyan li devera Gerimiyan, Endaziyar Ednan Xelîl ragihand ku hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçoveya proje û pilanên xwe yên bo awedan kirina Kurdistanê de, li devera Gerimiyanê çend projeyên steratejîkî û girîng cîhbicîh dike.
Ednan Xelîl diyar kir ku piraniya bûdceyên han di warê xizmetgozarî dene û di çarçoveya projeyên han de cadeya navbera Kerlar û Derbendîxan, Kelar û Kifirî tê du bandekirin û cadeya çendîn gundên deverê jî tê nûjenkirin.
Nav hatî diyar kiriye ku di sala 2020an de hikûmeta herêma Kurdistanê li devera Gerimiyanê 5 projeyên curbicur cîhbicîh kiriye ku piraniya wan gehandina cade bo gundên deverê û nûjen kirina cadeyên gundên din bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin