139 kesên din bi Koronayê ketin

3 kes jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Nêzî hezar kesan baş bûne.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatan de bi giştî 139 welatiyên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 124 kese, li Hewlêrê 6 û li Silêmanî jî 8 welatî bi Koronayê ketine.

Herwiha di nava heman de demê de 962 kes baş bûne û 3 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.