Topbaran kirina Eyn Isayê didome

duhê bi şev bi tundî ew dever topbaran kirine.
کوردستان TV
100%

Şeva din jî topbaran dom kiriye.

Demeke dirêje ku artêşa Tirkiyeyê û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve, pilan dikin ku bajarokê Eyn Îsayê ya li Bakûrê Reqayê dagîr bikin û her car êrîşên wan yên bejahî jî ji aliyê hêzên HSDê ve têne pûçkirin.

Di vê çarçoveyê de artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê, bi topxane û çekên xwe yên giran dest bi topbaran kirina Eyn Îsa û gundên derdorê Eyn Îsayê kirine.

Jêderên herêmî behsa vê yekê dikin ku şeva derbasbûyî artêşa Tirkiyeyê û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve, bi tundî rêya M4 û gundê Cehbel û gundê Makef bi tundî topbaran kirine.

Heta niha ti zaniyarî derbarê zirarên topbaranê de nehatine belavkirin.

Weke tê zanîn HSDê jî behsa vê yekê dike ku Rûsye zextan li wan dike daku Eyn Îsa radestî hêzên rejîma Sûriyeyê bikin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.