Li Îraqê rewş metirsîdare

dibêje rewşa tendirostî li Îraqê hîn jî metirsîdare.
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî hişdarî dide.

Wezareta tendirostî ya Îraqê derbarê metirsiya belav bûna cureya nû ya Koronayê li Îraqê hişdarî dide û dibêje rewşa Îraqê gelek metirsîdare.

Wezareta tendirostî ya Îraqê di daxuyaniyekê de belav kiriye ku egera belav bûna bilez ya cureya nû ya Koronayê heye û lazime welatiyên Îraqê pêbendî şîret û rêkarên tendirostî yên xweparêziyê bin.

Wezaretê diyar kiriye ku kêm bûna hijmara pêketiyan û zêde bûna hijmara kesên ku ji Koronayê baş dibin, nabe bibe sedemek ku xelk dev ji xweparêziyê berde, jiber ku hîn jî egera belav bûna Koronayê û cureya nû ya Koronayê heye û rewş hîn jî metirsîdare.

Weke tê zanîn heta niha li Îraqê zêdetir ji 600 hezar kesan bi Koronayê ketine û bi sed hezaran kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.