Balafirên şer ên Îsraîlê bingehên artêşa Sûriyê bombebaran kir

herî kêm 15 kuştî û birîndar hene.
کوردستان TV
100%

Balafirên şer ên Îsraîlê baregehên artêşa Sûriyê li başûrê paytexta Sûriyê Şamê bombebaran kir û di encamê de 15 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer yên Îsraîlê şeva borî hejmarek li navçeyên derdora paytexta Sûriyê Şamê çend dever bombebaran kirin.

SOHRê da xuyakirin ku Ketîbeya Radar û Ketîbeya Nicran li parêzgeha Siweydayê û Firqeya yekem li ser riya Şam – Kiswê û hin komgehên çekan li başûrê Şamê hatine bombebarankirin.

Li gorî SOHRê balafirên Îsraîlê, bi hinceta ku mîlîsên Îranî û Hizbulaha Lubnanî li wan baregehan bi cih dibin ew der bombebarana kirine û di êrîşan de 3 kes hatine kuştin û 11 kes jî birîndar bûne.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê li ser êrîşa Îsraîlê îdia kir ku sîstema bergiriya asmanî moşekên Îsraîlê pûç kirine û nehiştine bigihîjin armancên xwe.

Hefteyek berê jî li devera Nebî Habîl li parêzgeha Şamê Îsraîlê êrîşek pêk anîbû û di encamê de leşkerekî sûrî hatibû kuştin û 3 jî birîndar bûbûn.

Ji peyamakurd hatiye wergirtin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.