Li Rojavayê Kurdistanê 2 kesên din jiyana xwe ji dest dan

heta niha 282 kesan canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 50 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tendirostiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û diyar kir 2 kesan li Hesekê bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tendirostiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, ragihand, 50 haletên pêketina bi Koronayê hatine tomarkirin. Ji wan, 4 kes li Hesekê, 6 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 1 kes li Rimêlanê, 3 kes li Kobanê, 20 kes li Tebqayê, 2 kes li Reqayê, 6 kes li Minbicê û 2 kes li Dêrezorê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de tenê kesek ji wê nexweşiyê baş bûye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8203 kesan, ji wan 1158 kes baş bûne û 282 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.