Li Efrînê Cîhadiyên Tirkiyeyê 8 welatiyên Kurd revandin.
Li gor zaniyariyên berdest, duhê danê êwarê komeke cîhadî ya ser bi Tirkiyeyê bi navê koma Elhemzat li Cindirêsa Efrînê, êrîşî ser welatiyên Kurd kiriye û 8 welatiyên Kurd revandiye.
Hate zanîn ku yek ji wan revandiyan jineke li gel du zarokên vê û heta niha kes nizane çi bi serê welatiyên revandî hatiye û li kûderê tên ragirtin.
Weke tê zanîn revandina welatiyên Kurd li Efrînê bûye karê rojane ya cîhadiyên Tirkiyeyê û li hember azad kirina wan jî cîhadî daxwaza pereyan ji kesûkarên wan dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin