Hevpeymaniya cîhanî li ser hevkarî kirina hêzên pêşmerge berdewam dibe

perwerde kirina hêzên pêşmerge berdewam dibe.
کوردستان TV
100%

Prosesa perwerde kirinê berfiretir dikin.

Îro şandeke hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê serdana wezareta pêşmerge kir û li gel wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl civiya.

Di civînê de şanda hevpeymaniya cîhanî behsa vê yekê kiriye ku hevpeymaniya cîhanî hewl dide daku hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê zêdetir bike.

Şanda hevpeymaniya cîhanî herwiha ragihandiye ku hevkarî û hemahengiyên navbera hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî berfirtir dibin û dom dikin û prosesa perwerde kirina hêzên pêşemrge jî berfiretir dikin.

Di beşeke din ya civîna han de behsa liv û tevgerên terorîstên DIŞIê  û metirsiyên terorê hatiye kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.