Dibêje mimkune beriya guhertina desthilatê li Amerîkayê şer biqewme.
Wezîrê berevanî yê Îsraîlê Benny Gantz di hevpeyvînekê de li gel malpera Way net diyar kiriye ku mimkune beriya guhertina desthilatê li Amerîkayê, pevçûneke leşkerî di navbera Îran û Amerîkayê de biqewme.
Gantz diyar kiriye ku hêzên Îsraîlî jî di nava amadebaşiya temam dene û bi hûrî çavdêriya rewşa han dikin û her cure tedbîrek jî stendine.
Hêjayê gotinê ye ku ew demêke aloziyên navbera Îran û Amerîkayê kûrtir bûne û her du alî gefan li hev û du dikin û Amerîka jî çend keştiyên şer û balefirên şer li deverê bicîh kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin