102 kesên din bi Koronayê ketine

6 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Amarên pêketiyan her diçe kêmtir dibe.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 102 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 50 kese, li Hewlêrê jî 31 û li Silêmanî jî 19 kesên din bi Koronayê ketine.
Wezaretê diyar kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de 983 kes jî baş bûne û 6 berketî jî canê xwe ji dest dane.
Heta niha li Kurdistanê bi giştî 103 hezar û 764 kes bi Koronayê ketine û 3 hezar û 397 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.