Êrîşî ser torîstên Ereb kiribûn.
Birêveberatiya Polîsê Hewlêrê ragihand ku hêzên polîs yên Hewlêrê karîne piştî lêkolîneke berfire derbarê bûyera êrîş kirine ser torîstên Ereb li Hewlêrê, 16 kesan binçav bike.
Li gor daxuyaniya polîs, piştî ku şeva sersalê hijmareke ciwan li Hewlêrê êrîşî ser karwaneke torîstên Ereb kiribûn, lêkolîn li ser bûyerê hatiye destpêkirin û di encama lêkolînan de jî derketiye, 16 kes tawanbarn û ew 16 kesên han jî ji aliyê Polîs ve hatine girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin