97 kesên din li Kurdistanê bi Koronayê ketin

995 berketî jî baş bûne.
کوردستان TV
100%

Tenê kesek canê xwe ji dest daye.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 97 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 48 kese. Li Hewlêr û Dihukê jî 21 û 26 kesên din bi Koronayê ketine.

Di nava heman demê de 995 berketiyên din jî baş bûne û berketiyek jî canê xwe ji dest daye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.