Dibêje pilana wan bo parastina selametiya Xwepîşanderan heye.
Biryare îro li Bexdayê xwepîşandaneke berfire bo bîr anîna Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis were organîzekirin.
Li ser mijara xwepîşandanê jî wezareta navxwe ya Îraqê daxuyaniyek belav kiriye û di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku hêzên têkildar yên ewlekarî, ketine amadebaşiyê û bo parastina selametiya Xwepîşanderan, bi temamî xwe amadekirine.
Di daxuyaniya wezaretê de behsa vê yekê hatiye kirin ku hêzên têkildar yên ewlekarî bo parastina selametiya Xwepîşanderan pilana xwe ya baş û berfire amade kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin