Sedir: Nabe êrîşî ser nuneratiyên dîplomatîkî were kirin

dibêje her kes êrîşan bike zirarê dide ewlekariya nîştimaniya Îraqê.
کوردستان TV
100%

Îro li Bexdayê xwepîşandaneke mezin tê kirin.

Biryare îro li Bexdayê bi minasebeta salvegera kuştina Fermandarê spaha Qudis Qasim Silêmanî û Cîgirê Serokê çekdarên Heşda şebî Ebû Mehdî Muhendis xwepîşandaneke berfire were organîzekirin.

Her li ser vê mijarê Serokê tevgera Sedir, Muqteda Sedir li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kiriye û nivîsandiye; Lazime bi her awayî bikar anîna çek ji derveya çarçoveya hêzên fermî yên dewletê qedexe be. Hewriha nabe bi ti awayî êrîşî ser nuneratiyên dîplomatîkî yên her aliyekî bin were kirin.

Sedir nivîsandiye: Her kes êrîş pêk bîne anjî çek bikar bîne beruvajî fermanên me tevgeriyaye û zirar daye ewlekariya nîştimanî ya Îraqê.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.