Pejrandina bûdceyê paş dikeve

ji ber aloziyên siyasî paş dikeve.
کوردستان TV
100%

Jiber aloziyê navbera aliyên siyasî paş dikeve.

Parlementoya Îraqê dest bi amadekarî bo nîqaş kirin li ser proje bûdceya 2021an ya Îraqê kiriye yaku ji aliyê civata wezîran ve hatiye pejrandin û bo Parlementoyê hatiye şandin.

Li ser vê mijarê Serokê firaksiyona Îraqiyûn, Hêşam Suheyîl ragihand ku vê îsal nîqaşên ser proje bûdceyê gelek dijwar bin.

Hêşam Suheyîl herwiha eşkere kiriye ku jiber aloziyên navbera aliyên siyasî yên Îraqê, vê îsal pejrandina proje bûdceya 2021an ya Îraqê paş bikeve.

Nav hatî diyar kiriye ku mimkune pejrandina projeya han bi qasî mehekê paş bikeve.

Weke tê zanîn hikûmeta Kurdistanê jî bo diyar kirin û dabîn kirina para Kurdistanê di bûdceyê de, şandeke danûstandinkar şandibû Bexdayê û ew şand du hefteyan li Bexdayê bû.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.