Dibêje tevahiya Kurdistanê radest bikin dîsa Bexda ji Kurd razî nabe.
Sekreterê giştî yê partiya sosiyal demokrata Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd derbarê nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê de ragihand ku çareseriya kêşeyên Kurd ne li Bexdayê ye belku li Kurdistanê ye û lazime beriya her tiştekî Kurd yek deng û yek helwêst bin.
Nav hatî eşkere kiriye ku aliyên siyasî yên Îraqê ji hebûna pêgeha destûrî û federalî ya Kurdistanê poşmanin û hewl bo nehêştina federaliyê û pêgeha destûrî ya Kurdistanê didin lewre eger em tevahiya Kurdistanê jî radestî Bexdayê bikin, lê dîsa Bexda ji Kurd razî nabe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin