Rewşa awarte li Bexdayê hat dirêj kirin

rewşa awarte heta 20ê meha pêşiya me berdewam dibe.
کوردستان TV
100%

Heta 20 meha pêş berdewam dibe.
Jêderên ewlekarî yên Bexdayê îro sêşem ji çapemeniya Îraqê re dane diyarkirin ku rewşa awarte ya ewlekarî ya Bexdayê berdewam dibe.
Jêderên ewlekarî diyar kirine ku ew rewşa awarte yaku li Bexdayê hatibû ragihandin hatiye dirêjkirin û heta 20 meha 1 ya sala 2021an berdewam dibe.
Pspor jî behsa vê yekê dikin ku dirêj kirina rewşa awarte nîşaneya vê yekê ye ku hewlên hikûmetê bo razî kirina çekdarên ser bi Îranê bo qebûl kirina otorîteya dewlet û hikûmetê, bêencam bûne.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî rewşa Bexdayê gelek aloz bibû û hin komên çekdar hêzên xwe daxistibûn qadan û gef li Serokwezîrê Îraqê kiribûn.
N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.