Bi zorê pere ji xelkê stendine.
Birêveberatiya polîsê Hewlêrê îro duşem belav kir ku hêzên polîs karîne tîmeke 4 kesî li Hewlêrê binçav bikin.
Li gor daxuyaniya han, ew tîma 4 kesî li taxê Enkawe ya ser bi Hewlêrê rê li ber xelkê girtine û bi zorê çek û kêran, pere ji xelkê stendine û zilim li xelkê kirine.
Ew tîma han ya 4 kesî bi şevan li Enkawe û taxa Naz Naz ya Hewlêrê rê li ber xelkê girtine û bi zorê çek û kêran pere ji xelkê stendine.
Di daxuyaniya polîs de hatiye diyarkirin ku ew tîma han di lêkolînên destpêkê de li tawana xwe mokir hatine û niha dosyeya wan radestî dadgehê tê kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin