Fermana girtinê bo 4 berpirsên çekdarên ser bi Îranê hatiye dayîn

destê wan di êrîşan de heye.
کوردستان TV
100%

Ev 4 kesên han berpirsên çekdarên Hizbulahê ne.
Di çarçoveya aloziyên navbera hikûmeta federalî û komên çekdar yên ser bi heşda şebî, yên ku Îran piştîvaniya wan dike, biryara girtinê bo 4 berpirsên din yên çekdarên hizbulaha Îraqê hate derkirin.
Ev fermana han ji aliyê desthilata dadweriyê ya Îraqê ve hatiye derkirin.
We 4 berpirsên han bi vê yekê tên tawanbarkirin ku destê wan di êrîşên ser navçeya kesik ya li Bexdayê, balyozxaneya Amerîka û welatên din yên hevpeyman de heye.
Weke tê zanîn roja înê jî hêzên antî terorê yên Îraqê berpirseke din yê hizbulahê girtibûn û hizbulah jî çekdarên xwe derxistibû qadan û gef li Serokwezîrê Îraqê kiribû.
N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.