Behsa encamên civînên xwe yên li gel rayedarên Îraqê dike.
Biryare îro şanda danûstandinkar ya Kurdistanê serdana Parlementoya Kurdistanê bike.
Di civîna parlementoyê de, vê şanda danûstandinkar ya Kurdistanê behsa naverok û encamên civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Îraqê yên taybet bi para Kurdistanê di bûdceya 2021an ya Îraqê de bike.
Sand naveroka civînên xwe pêşkêşî Parlementoyê dike û Parlementoyê ji encamên danûstandinên han hayedar dike.
Weke tê zanîn şanda Kurdistanê zêdetir ji 2 hefteyan li Bexdayê bû û li gel hikûmeta federalî gehêştiye rêkeftinê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin